Di şerê Îranê de roja 16'emîn: Gefa kuştinê li Netanyahu hate xwarin
Muxafizên Şoreşê yên Îranê gefa "şopandin û kuştin" a Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu xwarin.
Muxafizên Şoreşê yên Îranê gefa "şopandin û kuştin" a Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu xwarin.
Şerê navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE)-Îsraîl û Îranê di roja 16'emîn de ye. Rageşiya li herêmê bilind dibe. Ji nuqteyên cuda yên Rojhilata Navîn agahiyên li ser êrişan û êrişên dijber tên.
MUXAFIZÊN ŞOREŞÊ BI RENGEKÎ EŞKERE GEF LI NETANYAHU XWARIN
Muxaifzên Şoreşê yên Îranê di daxuyaniya xwe ya roja Yekşemê de Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu kir hedef û peyameke tund weşand. Di daxuyaniyê de ku li malpera înternetê ya Sepah Newsê hate weşandin, hate gotin "Eger ev sûcdarê kujerê zarokan hîn sax be, em ê wî bişopînin û bi hemû hêza xwe wî bikujin."
Ev daxuyanî weke nîşaneya wê yekê tê dîtin ku şerê li herêmê wê hîn giran bibe.
ÎDÎAYA LI SER ÊRIŞA BI FUZEYÊ YA LI HEMBERÎ BAREGEHA DYE'YÊ YA LI EREBISTANA SIÛDÎ
Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihandin ku şeva Şemiyê li Baregeha Hewayî ya Prince Sultan a li nêzî Riyadê, bi fuzeyan li hêzên DYE'yê xistine.
Rayedarên Erebistana Siûdî êriş piştast nekir. Wezareta Parastinê ya welêt beriya niha eşkere kiribû ku şeş fuzeyên beriya niha ber bi El Harcê ve hatin avêtin, hatin astengkirin. Li herêma navberî baregeha leşkerî ya DYE'yê heye.
JI ÎRANÊ BANGA LI WELATÊN CÎRAN
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî bang li welatên herêmê kir ku hêzên DYE'yê ji nava xaka xwe dexînin.
Arakçî got, "Sîwana ewlekariyê ya qaşo ya Emerîkayê bi valahiyên cidî dagirtî ye. Dibe sedema nearamiyê" û îdîa kir ku hebûna DYE'yê rageşiya li herêmê zêde kiriye.
ÎSRAÎL: LI TEHRANÊ 2 RAYEDARÊN ÎSTÎXBARATÊ HATIN KUŞTIN
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku roja Înê li Tehranê di encama êrişekê de 2 rayedarên payebilind ên îstîxbarata Îranê hatin kuştin.
Li gorî artêşê 2 rayedarên bi navê Abdullah Celali-Nasab û Emir Şariat hatin kuştin.
LI BAHREYNÊ TEQÎN
Sibeha Yekşemê li paytexta Bahreyn Manamayê teqînên mezin rû dan.
Rêveberiya Bahreynê diyar kir ku ji destpêka şer û vir ve 125 fuze û 203 balafirên bêmirov asteng kiriye. Li vî welatî 2 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li welatên din ên herêma Kendavê di encama êrişan de bi giştî 24 kes hatin kuştin.
LI WELATÊN KENDAVÊ PARASTINA HEWAYÎ DI DEWRÊ DE YE
Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku li rojhilatê welêt û paytext Riyadê 10 balafirên bêmirov ên êrişkar hatin îmhakirin.
Îmaratê jî diyar kir ku fuze û drone hatin astengkirin. Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihandin ku pêwendiya Îranê bi êrişên navborî nîne.
LI NÊZÎ BALAFIRGEHA BEXDAYÊ ÊRIŞA BI DRONEYAN
Şeva Şemiyê li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê baregeheke leşkerî bû hedefa êrişa balafirên bêmirov.
Li gorî çavkaniyên ewlekariyê droneyek li derveyî dîwarê baregehê ketiye û agir bi qadê xistiye. Li baregeha navborî hêzên koalîsyona navneteweyî ya bi serkêşiya DYE'yê hene.
KOREYA BAŞÛR WELATIYÊN XWE VEGUHEST
Koreya Başûr 204 welatiyên xwe yên li çar welatên Rojhilata Navîn asê mabûn û 7 biyanî bi balafira leşkerî veguhest. Rêveberiya Seulê operasyon weke 'mînaka wê nehatiye dîtin' pênase kir.
ÊRIŞA DRONEYAN A LI SER BALAFIRGEHA KÛWEYTÊ
Saziya Hewakariya Sivîl a Kûweytê ragihand ku Balafirgeha Navneteweyî ya Kûweytê êvara Şemiyê bû hedefa êrişa bi droneyan. Di encama êrişê de zerar li sîstema radarê ya balafirgehê bû.
JI TRUMP BANGA JI BO TENGAVA HURMUZÊ
Serokê DYE'yê Donald Trump bang li wan welatan kir ku di ser Tengava Hurmuzê re petrolê dikirin, ku ji bo ewlekariya tengavê bikevin nava liv û tevgerê.
Trump got, "DYE'yê ji aliyê leşkerî û aboriyê ve Îran bi temamî têk bir, lê belê welatên ku ji vê tengavê petrolê werdigirin, divê ewlekariya demkî bikin. Em ê jî bibin alîkar."
LUBNAN AMADEKARIYAN DIKE KU BI ÎSRAÎLÊ RE MUZAKEREYAN BIKE
Rêveberiya Lubnanê ragihand ku ji bo dawîanîna li şerê bi Îsraîlê re ew heyeteke muzakereyê amade dikin. Dibe ku hevdîtin li Parîs an jî Qibrisê pêk werin.
Lê belê destnîşan kir ku divê Îsraîl soza agirbestê bide.
Li gorî bîlançoya dawî, di êrişên Îsraîlê de li Lubnanê herî kêm 826 kes hatin kuştin, 2 hezar û 9 kes jî birîndar bûn.